Adar 06, 2023 16:16 Asia/Tehran
  • Berpirsyariya parastina malbata Netanyahû bo Şabak’ê hat spartin

Çavkaniyên ibrî ragihandin ku erka parastina malbata Benyamîn Netanyahû bo Rêxistina Istixbarat û Ewlehiya Navxweyî ya Rejîma Siyonîst (Shabak) hat spartin.

Nerazîtiya siyonîstan li hemberî pejirandina qanûna Guhertinên di Pergala Dadweriyê da ya hilêxistî ji aliyê Benyamîn Netanyahû Serokwezîrê Rejîma Siyonîst va hema wisa didomin.

Li gorî rapora ISNA’yê, Malpera ibrî ya Ynet’ê ragihand, li pey bûyerên vê dawiyê li erdên dagirbûyî yên Filistînê û gurrbûna nerazîtiya siyonîstan, Komîteya Wezaretî ya Karûbarên Şabakê veguhestina berpirsyariya parastina “Sare Netanyahû” hevjîna Benyamîn Netanyahû û du kurên wî, “Yair” û “Avner” ji Yekîneya Parastina Ofîsa Serokwezîrtiyê bo Yekîneya “730” ya Şabak’ê pejirand.

Li gorî vê raporê, Ev kiryar li pey xwenîşandana vê dawiyê li dijî plana guhertinên di pergala Dadweriyê da li Til Avîvê û dorpêçbûna Sare Netanyahûyê ji aliyê nerazîyan va hatiye dayîn.

 

Serepeyv