Destpêbûna greva giştî ya beşa tiranzîtê li Almanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i358547-destpêbûna_greva_giştî_ya_beşa_tiranzîtê_li_almanê
Li Almanê beşa tiranzîta giştî ji vê sibê va dest bi greveke seranserî kirîye u vê yekê ev welata felec kir.
(last modified 2026-02-27T10:58:41+00:00 )
Sibat 27, 2026 14:26 Asia/Tehran
  • Destpêbûna greva giştî ya beşa tiranzîtê li Almanê

Li Almanê beşa tiranzîta giştî ji vê sibê va dest bi greveke seranserî kirîye u vê yekê ev welata felec kir.

Greva seranserî ya personelên tranzîta giştî li gorî bangewazîya Yekitîya Werdî ji vê sibê va li Almanê dest pê bûye u hema bêje hemî eyaletên vî welatî girtîye ber xwe.

Li şarên fenanî Berlîn, Munîx, Norenberg, Frankfort, Laypzîk u gellek deverên din, karkirina otobus, tramva û metroyan heta yekşemîyê şevê hatîye sekinandin. 

Yekitîya Werdî dixwaze ku şert u mercên karkirinê bi awayekî ciddî bên baştirkirin, ji wan dema karkirinê were kêmkirin, bêhnwedan were zêdekirin, destmiz nemaze jibo karkirina di şevê û dawîya hefteyê da were zêdekirin. Muzakireyên di vî warî da li 16 eyaletan didomin, lê pêîketineke şênber pêk nehatîye û dema lihevkirinê hê ne dîyar e.