Sersekreterê NATOyê: Ewropa di xeterê de ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i356454-sersekreterê_natoyê_ewropa_di_xeterê_de_ye
Sersekreterê NATOyê cardinê îdiaya gefên zêde yên Rûsiyê dijî welatên Ewropî kir û hişyarî da: Em hemû di xeterê de ne.
(last modified 2025-10-03T09:52:09+00:00 )
Çirî 03, 2025 13:20 Asia/Tehran
  • Sersekreterê NATOyê: Ewropa di xeterê de ye

Sersekreterê NATOyê cardinê îdiaya gefên zêde yên Rûsiyê dijî welatên Ewropî kir û hişyarî da: Em hemû di xeterê de ne.

Mark Rotê, li kêleka civîna rayedarên YE li Kopênhaka Danîmarkayê bal kişand  ser gefên stratejîk ên Moskowê ser Ewropayê û îdia kir: Vladimir Putin Serokkomarê Rûsiyê dijmin û gefa sereke himber me di demek dirêj de ye.

Sersekreterê NATOyê cardinê gotin û îdiaya xwe ya berê dubare kir ku mûşekên herî pêşketî yên Rûsiyê dikarin bajarên wekî Roma, Amsterdamê an Londonê bi leza  bi qasî pênc beramberî heza deng bidin ber êrişan.