Adar 29, 2023 16:05 Asia/Tehran
  • Tawanbarkirina 5 bankên mezin ên Fransayê bi binpêkarîya di warê sermalîyê da

Dozgerê Darayîyê yê Fransayê ferman da derbara 5 bankên mezin ên vî welatî da ku bi binpêkarîya darayî ya berfire û bêmînak hatine tawanbarkirin, lêkolîn bên destpêkirin.

Dozgerê Darayîyê yê Fransayê fermana lêkolîna berfire ya dadwerîyê derbara 5 bankên mezin ên vî welatî da da ku bi xwevedizîna ji sermalîyê hatine tawanbarkirin û li gorî raporên berayî heta nika xwe ji nêzî milyardek Euro sermalîyê vedizîne.

3 bankên din jî bi diravşûştinê ya bi merema revîna ji sermalî û xeracê hatine tawanbarkirin. Lêkolînên di vî warî da ji nîveka Kanûna sala 2021ê va dest pê bûne.

Berî vîya hatibû ragihandin ku xwevedizîna bankên mezin ên Fransayê ji dayîna xerac û sermalîyê bûye sedema zîyaneke nêzî 55 milyard euroyî ji bo vî welatî û 9 welatên din.

Ji hêla din va, Banka Navendî ya Fransayê jî ragihand ku di sala 2022yê da nêzî 33 hezar û 155 şirketên fransî îflaskirina xwe ragihandine.