Sibat 04, 2023 20:02 Asia/Tehran
  •  Rayedarekî ûris: ‘‘Rûsye amade ye her çekekê bi kar bîne’’

Cîgirê Serokê Konseya Ewlehîya Rûsyê ragihand ku heke Ukrayn êrişî Rûsyê bike, Moskow amade ye anegorî gefê, her çekekê bi kar bîne.

Cîgirê Serokê Konseya Ewlehîya Rûsyê “Dîmîtrî Medvedev” li koma nûçegîhanan got: ‘‘Bersiva me dikare bi her tiştekî be. Serokkomar Pûtîn ev yeka bi zelalî ragihandîye. Me ti sînorek tineye û amade ne ku li gorî esasa gefan her cure çekekê bi kar bînin.’’

Medvedev herwiha got: “Li gorî doktorîna atomî ya Rûsyê, dayîna zêdetir a çekên pêşketî yên amerîkî bo Ukraynê tenê dibe sebeb ku êrişên Rûsyê yên tolhildanê jî zêde bibin.”

Cîgirê Serokê Konseya Ewlehîya Rûsyê herwiha gto: “Bi vî karî, hemî Ukrayn ku hela di bin kontrola Kîyêvê da ye, yê di nav êgir da bişewite.”

 

Serepeyv