Çile 26, 2023 19:10 Asia/Tehran
  •  Xwenîşandana dijî siyaset û kiryarên şerxwazane yên hikûmeta Almanyayê li Ukraynê

Xwenîşandana dijî siyaset û kiryarên şerxwazane yên hikûmeta Almanyayê li Ukraynê li Mûnîxê hat lidarxistin.

 Piştî ragihandina biryara hikûmeta Almanyayê derehq şandina tankan bo UKraynê, bajarê Mûnîxê, Çarşemiyê şevê bû şehedê xwenîşandana berfireh a nearziyan li hember siyasetên şerxwaziyê yên dewleta Almanyayê. Neraziyan ragihandnin ku bi dû vê biryarê, xetera şerê rasterast a Rûsiyê bi endamên NATO’yê re zêde bûye.

 Hikûmeta Almanyayê di dawiyê de li hember zextên hevpeymanên xwe ji wan Amerîkayê teslîm bû û şandina tankan bo Ukraynê ebûl kir.

 Steve Herbstreit, Berdevkê hikûmeta Almanyayê ev biryar wek encama rawêjkariyên berdewam bi şirîkên herî nêzîk ên ewropî û navneteweyî da zanîn.

 Eva di halekî de ye ku lidarxistina xwenîşandana berfireh li Monîxê nîşan dide, gelê Almanyayê vê nêrînê qebûl nakin.

 Ji xwe almanî dilnigeran in ku Berlîn bi şopandina rêya Waşîngtonê û qebûlkirina xwestekên Amerîkayê, yê bikeve davika şerê rasterast ê di navbera Rûsiyê û NATO’yê de.

 Hevgav hikûmeta Amerîkayê jî roja Çarşemiyê ragihand ku di çend mehên bê 31 tankên pêşketî yên Abrams M-1’ê bide Ukraynê.

Serepeyv