Çile 07, 2023 13:49 Asia/Tehran
  • Mêdvêdêvi bertek nîşanî redkirina agirbesê ji aliyê Ukraynê ve da

 Alîkarê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Rûsiyê bi gotina vêya ku “Redkirina agirbesê ji aliyê UKraynê ve, karê eskerên me rihet kir”, got: Kesên ku şukirdar nînin, hema zimanê zorê fehm dikin.

 Hêzên çekdar ên Rûsiyê roja Îniyê ragihand ku di li hemî bereyên şêr ji nîvroya roja 6ê Çilleyê heta nîva şeva 7ê Çilleyê agibesa yekalî hatiye ragihandin.

Piştî daxwaza Serokkomarê Rûsiyê bo agirbesa 36 sietî, Ukraynê ev egirbesa red kir û ragihand ku ew bo wextekê ye ku Rûsiye ji erdên dakirkirî derkeve.

Dmîtrî Mêdvêdêv, Alîkarê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Rûsiyê, roja Îniyê di peymeke li Telegramê de nivîsî: Di betlaneyên Krîsmesê de, destê dilovaniyê ya Mesîh (S) ber bi Ukraynê va hat dirêjkirin, lê rêberên Ukryanê ew qebûl nekirin.

 Wî got: Ez fikir dikim ku piraniya eskerên me dema nûçeya redkirina agirbesê bihîstin, nefeseke rihet kêşan ji ber ku karê wan hêsan bû.

 Vî rayedarê ûris di eynî demê de got: Ez nerhet bûm ku hin kes nikarin vê rojê herin kilîseyê, lê ez pê hesiyam kesên ku şukirdar nînin û îman û baweriya wan tune, hema zimanê zorê fehm dikin.

 Dmîtrî Polyanskî, Alîkarê Balyozê Rûsiyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) jî wek berteka li hember redkirina pêşniyara Moskowayê bo heyama Krîsmesê got: Kiyêv dixweze xelkê Ukraynê bike goriyê armancên welatên rojavayî ên jeopolîtîk.

 

Serepeyv