Çile 04, 2023 18:38 Asia/Tehran
  • Almanya: Bidawîhatina şerê Ukraynê girêdayî bi Pûtîn e

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê reşbîniya xwe derheq bidawîhatina şerê Ukraynê di pêşerojeke nêzik da diyar kir û got: Tenê serokkomarê Rûsiyê dikare dawî li vî şerî bîne.

Li gorî rapora Kanala Bloomberg'ê, Analêna Baêrbûk Wezîra Karên Derve ya Almanyayê ragihand: Nîşaneyeke lawaz heye ku tevî hemî hewldanên navneteweyî Pûtîn bi zûtî bixwaze dawî li vî şerî bîne.

Tevî ku gelek karzanan zextên welatên rojavayî li ser Rûsiyê û berfirehbûna NATO'yê ber bi rojhilat wek sedema destpêka şerê Ukraynê destnîşan kirine, Baêrbûk îdia dike ku serokkomarê Rûsiyê ev şer dest pê kiriye û tenê ew dikare dawî lê bîne.

Wê her wiha got: Eger Rûsiye bombebaranê rawestîne û hêzên xwe vekişîne, me yê aştî hebe.

Îdiayên Wezîra Karên Derve ya Almanyayê di halekî da ne ku li gorî gotina Dmîtrî Pêskov berdevkê Krêmlînê, PÛtîn dixwaze roja Çarşemiyê gotûbêjekê digel Receb Teyîb Erdoxan hevpêşeyê xwe yê ukraynî pêk bîne.

Ev gotûbêj li ser meseleyên cûr bi cûr ji wan qeyrana Ukraynê ye û Tirkiyê jî ji destpêka şerê navbera Mosko û Kiyêvê rola navcî di gotûbêjên aştiyê da lîstiye.

 

Serepeyv