Kanûn 26, 2022 17:30 Asia/Tehran
  • Lavrov: Ukrayn bi dû aştiyê nîne

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê ragihand, serokkomarê Ukraynê û erbabên wî naxwazin aştî pêk were.

Di halekî da ku deh meh ji şerê Ukraynê derbas dibin, Sêrgêy Lavrov Wezîrê karên derve yê Rûsiyê îro ragihand: "Volodîmîr Zêlênskî di serdana xwe ya bo Amerîkayê da got: Aştiya edlane nayê wateya aştînekirinê. Ev tam heman tişt e ku wan ji bo têkdana Rûsiyê ne tenê di qada şêrr da, belkî di asta stratejîk da hewcetî pê heye: Em aştî nakin û vîn û xwesteka xwe disepînin."

Li gorî nûçeyeke din, Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyê tekez kir, serdema cîhana yekcemserî û serdema ku Amerîkayê şert û mercên xwe li ser welatên din disepandin, ber bi dawiyê va ye.

Mikhail Galuzin her wiha got: Serdema cîhana yekcemserî, yanî dema ku Amerîka û mensûbên wî yên ewropî rêbazên tirsandinê bi kar dianîn da ku şert û mercên xwe li ser welatên din bisepînin û rêya pêşketina wan anegorî berjewendiyên xwe diyar bikin û heta pergalên wan ên dewletê hilweşînin, ber bi dawiyê va ye.

Serepeyv