Kanûn 08, 2022 18:06 Asia/Tehran
  •  Pûtîn: Şerê Ukraynê wê zêdetir ji asta çaverêkirî dirêj bibe

Serokomarê Rûsyayê ragihand ku operasyona leşkerî ya vî welatî li Ukraynê wê zêdetir ji asta çaverêkirî dirêj bibe.

Serokomarê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn mukur hat ku operasyona leşkerî ya taybet a vî welatî li Ukraynê wê zêdetir ji asta çaverêkirî dirêj bibe lê razîbûna xwe ser bidestxistina axa welatê cînarê xwe wek destkevteke mezin nîşan da û got: Çekên navokî yên Rûsyayê pêşîya tundbûna pevçûnan digirin.

Pûtîn di civîna digel endamên Konseya Mafên Merivan a Rûsyayê da, destkevtên bejayî "encameke berbiçav ji bo Rûsyayê" zanî û got ku "Deryaya Azofê veguherîye deryaya navxweyî ya Rûsyayê."

Serokomarê Rûsyayê ku bi caran ragihandîye Moskow amade ye hemî emrazan ji bo parastina axa xwe ji wan deverên Ukraynê yên xistine ser axa wî welatî, bi kar bîne, ev rexneya welatên rojavayî ku van gotinan weke lîstina bi şûrê navokî didin zanîn, red kir.

Pûtîn pêgirî kir ku çekên navokî ne ji bo tundkirina pevçûnan belkî faktoreke pêşîlêgir in. Serokomarê Rûsyayê herwiha got: Em şêt nebûne û tam haydar in ku çekên navokî çi ne, me ew çekana hene û ji her hêzeka navokî ya din pêşketîtir in.

 

Serepeyv