Kanûn 02, 2022 18:29 Asia/Tehran
  •  Lavrov: Destê Amerîka û NATO'yê di pevçûnên Ukraynê de heye

Sergey Lavrov, Wezîrê Derve yê Rûsiyê, Welatên Rojavayî, ji wan Amerîka û NATO tawanbarî mudaxile û destêwerdana di pevçûnên Ukraynê de kir.

Lavrov, Pêncşemiyê şevê di nav koma nûçegihanan de got: Welatên Rojavayî bi dabînkirina çek û sîlehan bo Ukraynê û perwerdekirina eskerên xwe, rasterast di pevçûnn vî welatî de destêwerdan dikin.

Wezîrê Derve yê Rûsiyê her wiha got: Armanca êrişên Rûsiyê yên mûşekî ser Teşkîlata Enerjiya Ukryanê û binesaziyên giring, lawzakirina potansiyela eskerî ya Ukraynê û jirêderxistina barên çek û sîlehên Welatên Rojavayî ye.

Rûsiye di 24ê Sibatê de piştî kiryarên handêr ên NATO`yê li sînorê vî welatî, operasyoan eskeî li vî welatî dest pê kir û Welatên Rojavayî bi taybet Amerîka, ne tenê karek bo kêmkirina nakokiyan û rawestandina pevçûnên li Ukraynê nekir, belkî bi şandina çek û sîlehan û zexta ser Rûsiyê, ev nearamî gurtir kirin.

Rûsiyê pêştir bi şandina nameyekê bo endamên NATO`yê ji ber çekdarkirina Ukryanê gotibû ku welatên NATO`yê bi êgir dilîzin.

Serepeyv