Kanûn 01, 2022 18:59 Asia/Tehran
  • Lavrov:

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê tekez kir ku NATO dixweze Rûsyayê li derveyî Ewropayê bihêle.

Li gorî rapora Sputnik'ê, Sergey Lavrov, Wezîrê karên derve yê Rûsyayê roja Pêncşemiyê di civîna rojnamevaniyê bi mjara ewlehiyê têkildarî Ewropayê ragihand, ewlewiyetên NATO'yê ji wan hiştina Rûsyayê li derveyî Ewropayê neguheriye.

Sergey Lavrovher wiha got: NATO seranserî Yekîtiya Ewropayê wek dîl girtiye.

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê bal kişand ser rewşa nelibar a saziyên navdewletî yên ewrûpî û destnîşan kir ku siyasetên Welatên Rojavayî, Konseya Ewropayê heta astekê lawaz kiriye

Civîna salane ya 29emîn konseya Wezîran a Rêxistina Ewlehî û Hevkariya Ewropayê li Polonyayê roja Pêncşemiyê di halekî de xebata xwe dest pê kir ku Werşoyê (Warsaw) îzna beşdariya di vê civînê de nedaye Sergey Lavrov.