Kanûn 01, 2022 15:44 Asia/Tehran
  • Medvedev: Yekîtiya Ewropayê bûye parêzgeha Amerîkayê ya pêncî û yekem

Alîkarê Konseya Ewlehiya Rûsiyê got: Yekîtiya Ewropayê gelekî zêde siyasetên Waşîngtonê dişopîne û di pratîkê da bûye parêzgeha Amerîkayê ya 51ê.

Li gorî rapora Fars Newsê, Dmitry Medvedev serokomarê Rûsiyê yê berê û alîkarê Konseya Ewlehiya Rûsiyê yê niha got: Yekîtiya Ewropayê gelekî zêde siyasetên Waşîngtonê dişopîne û di pratîkê da bûye parêzgeha Amerîkayê ya 51ê.

Ev gotina Medvedevî di rewşekê da ye ku serokê Komîsiyona Ewropayê di twittera xwe da nivîsîbû, Ukraynê ji şerê digel Rûsiyê da 100 hezar hêzên çekdar ji dest dane. Helbet ev twît piştî demekê hat jêbirin.

Medvedevî li ser vê mijarê nivîsî: Aşkira ye ku derbeyek ji aliyê komîteya navçeyî ya Waşîngtonê li serê wî ketiye. Wisa xuya ye ku derbeyek lê ketiye û gelekî heqaretbar e.