Mijdar 21, 2022 10:50 Asia/Tehran
  • Parêzgeha New Yorkê ji ber barîna berfê ya giran asê ma

Parêzgarê parêzgeha New Yorka Amerîkayê got, Ji ber barîna berfê ya giran li vê parêzgehê, gelek ji rêyên hatûçûnê hatine girêdan û geştên asimanî jî neçar mane firrînên xwe betal bikin.

Parêzgarê parêzgeha New Yorka Amerîkayê ragihand, li pey barîna berfê derdora 90 babetên lihevketina erebeyan hatiye ragihandin û hema bêje 290 kes li nav rêyan hatine filitandin.

Ketî Hoçal got: Banê salûneke Bolîngê ya kevin li navçeya Hambûrga New Yorkê jî ji ber vê berfê hilweşiya.

Şaredarê bajarê Bofalûyê li parêzgeha New Yorkê jî got: Berfeke zor giran û bilez bariye û du kes jî di dema ramalîna berfê tûşî kirîza dil bûne û mirine.Li gorî pêşbîniya Dayîreya Hewanasiyê ya Amerîkayê, dibe ku rewşa keşûhewa heta sibeha Duşemiyê herî zêde qeyranî bibe.

 

Serepeyv