Mijdar 03, 2022 13:31 Asia/Tehran
  • 20 penaber di nav ava Yewnanîstanê de xeniqîn

Hêzên parastina peravên Yewnanistanê ragihand ku termê 20 penaberan piştî ku belema wan li nav ava vî welatî wergeriya hatine dîtin. Berî viya Berdevkê Ofîsa Çapemeniyê ya Wezareta Karûbarên Deryayî ya Yewnanistanê diyar kiribû ku ji ber binavbûna belemeke koçberan 58 kes winda bûne.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, hêzên parastina peravên Yewnanistanê şeva çarşemiyê ragihand ku termên 20 penaxwazên neqanûnî ji avê li nêzîkî peravên girava "Evîyayê" ya li deryaya Egeyê hatin derxistin.

Hêzên parastina peravên Yewnanistanê amaje bi vê yekê kir, ku hejmara penaxwazên ku di vê belemê de bûn, 70 kes bûn ku ji ber rabûna pêlên mezin û aloziya deryayê belema wan wergeriya.

Ji aliyê din ve berî vê yekê berdevkê Ofîsa Çapemeniyê ya Wezareta Karûbarên Deryayî ya Yewnanistanê piştrast kiribû ku ji ber binavbûna belemeke koçberan li nêzî Karistos a girava Evîyayê 58 koçber winda ne û 10 kes ku 9 ji wan Filistînî ne hatin rizgarkirin.

Li gorî Ofîsa Çapemeniyê ya Wezareta Karûbarên Deryayî ya Yewnanistanê, ji bo dîtina koçberan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dest pê kiriye û keştiyeke dewriyeyê, firokeyek û 2 keştiyên barhilgir jî li windahiyan digerin.

Li gorî berdevkê ewlekariya peravê ya Yunanistanê jî, keştî li nêzî girava Evîa ya 80 kîlometre dûrî Atînayê binav bûye.

Duh jî li başûrê girava Samosê belemeke biçûk a ku 12 koçber tê de bûn binav bû, tenê 4 kes hatin rizgarkirin û 8 jî winda bûn.

Di salên 2015 û 2016an de, Yewnanistan bi pêleke nêzîkî milyonek penaxwazan re rû bi rû ma ku piraniya wan ji Sûriye, Iraq û Efxanistanê ne.

Garda Parastina Peravên Yewnanistanê dibêje, wan di 8 mehên destpêkê yên îsal de 1500 kes rizgar kirine ku sala borî 600 kes bûn.

Serepeyv