Cotmeh 28, 2022 11:47 Asia/Tehran
  • Blinken îdiaya derbarê xwefirran li dijî Rûsiye û Îranê dubare kir

Antony Blinken Wezîrê karên derve yê Amerîkayê îdiaya bikaranîna xwefirrên îranî ji aliyê Rûsiyê va li şerê Ukraynê ku Tehran û Moskoyê bi tundî red kiriye, dubare kir.

Li gorî rapora IRNA'yê, Antony Blinken Wezîrê karên derve yê Amerîkayê ku serdana Kanadayê kiriye, berêvara Pêncşemiyê li gorî dema xwecihî îdia kir ku sûdwergirtina Rûsiyê ji van xwefirran ji bo wêrankirina binesaziyên Ukraynê tirsnak e.

Antony Blinken her wiha got, Waşîngton û hevpeymanên wê dê rêyekê ji bo pêşîgirtin li veguhestina van çekan peyda bikin.

Amerîka di halekî da ku ji destpêka şerê Ukraynê heta niha derdora 18 miliyar dolar çek şandine Ukraynê, ev demek e ku Îranê bi şandina xwefirran bo Rûsiyê li şerê Ukraynê tawanbar dike; mijara ku bi tundî ji aliyê rayedarên Komara Îslamî ya Îranê va hatiye redkirin.

 

 

Serepeyv