Tebax 22, 2022 08:28 Asia/Tehran
  •  4 keştiyên din ên dexl û danê jî ji Ukraynê bi rê ketin

Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyê ragihand, di çarçoveya sewqkirina dexl û den da ji Ukraynê 4 keştiyên din bi rê ketin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyê, du keştî ji Bendergeha Çernomorskê, du keştî jî ji Odessa û Yuzniyê bi rê ketin.

Di daxuyaniyê da hat gotin, keştiyeke ku ji Ukraynê hat û 5 keştiyên ku wê herin Ukraynê jî wê werin kontrolkirin.

Serepeyv