Tebax 19, 2022 14:40 Asia/Tehran
  • Di nav 17 rojan da 622 hezar ton dexl û dan ji benderên Ukraynê hat şandin

Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyê ragihand ku di nav 17 rojan da ji benderên Ukraynê 622 hezar ton dexl û dan hat şandin.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bi bîr xist ku "di 22ê Tîrmehê da di bin piştgiriya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da di navbera Tirkiye, Rûsya, Ukrayna û Neteweyên Yekbûyî (NY) da "Belgeya Hewildana Şandina Madeyên Xurek û Dexlê ji Bênderên Ukraynê Bi Awayekî Ewledar" hatibû îmzekirin.

Di çarçoveya belgeyê da di 27ê Tîrmehê da jî Navenda Koordînasyona Mişterek ji alî Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar va hatibû vekirin.

Di çarçoveya lihevkirinê da keştiyên ji bênderên Ukraynê bi barê dexl û dan derdikevin rê dema tên ber Tengava Stenbolê li ciyê ji wan ra hatiye cihêkirin lenger diavêjin û ji alî Navenda Koordînasyona Mişterek va tên kontrolkirin û paşê jî berê xwe didin bengera ku wê biçinê.

Hat bibîrxistin keştiya ewil a bi navê "Razonî" ku alaya Sîerra Leoneyê pê va bû û 27 ton gilgil tê da bû di 1ê Tebaxê da ji bêndera Odessaya Ukraynê derket û çû Libnanê.

Ji roja şandinê dest pê kir û heta niha ji benderên Ukraynê 25 keştî derketin û ji bo anîna dexl û dan jî 18 keştî çûn benderên Ukraynê.

Di nivîsê da hat ragihandin ku di nav 17 rojan da ji 622 hezar tonî zêdetir dexl û dan hatiye şandin.


 

Serepeyv