Tebax 14, 2022 14:28 Asia/Tehran
  •  2 keştiyên din ên dexl û dan barkirî ji Ukraynê bi rê ketin

Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyê ragihand ku ji Ukraynê 2 keştiyên dexl û dan barkirî bi rê ketin.

Di daxuyaniya  ku Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyê weşand da hat gotin ku di çarçoveya sewqa dexl û dan da keştiya bi navê "Fulmar S" a bi alaya Barbadosê ya 12 ton gilgil (garis) barkirî ber bi Îskenderûnê va û keştiya bi navê "Thoe" ya bi alaya Giravên Marşalê tê da 3 hezar ton tovê gulberojkê hebû û ber bi Tekîrdagê va tê ji bendergeha Çernomorskê derketin rê.

Di daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyê da hat gotin ku îro jî wê keştiyek ji bo anîna dexl û dan biçe Ukraynê.

Serepeyv