Tebax 14, 2022 12:36 Asia/Tehran
  • Rûsyayê li Ukraynê firokeya eskerî ya tîpa

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov ragihand, wan li herêma Dniproyê ya Ukraynê firokeyeke eskerî ya tîpa "Mi-24"ê ya artêşa Ukraynê xist.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Konaşenkov der barê çalakiyên ku artêşa Ûris di şerê dijî Ukraynê da dikin da daxuyanî da.

Konaşenkov diyar kir ku artêşa Ûris dijî unsûrên eskerî yên Ukraynê êrîşan didomîne û daxuyand, li aliyê bajarên Bahmut û Avdiyivkayê ji sedî 50yê eskerên tûxaya 14em û 66em ên Artêşa Ukraynê hatin berterefkirin.

Konaşenkov destnîşan kir ku di 24 saetên dawîn da 20 navendên rêvebirinê, depoyên muhimatê, pergala kifşkirina cih a pergala parastina esmanî ya "S-300"î hatin îmhekirin û wiha dewam kir, "Li nêzî bajarê Nîkopolê ya li herêma Dnîproyê firokeya eskerî ya tîpa Mi-24ê bi destê Hêzên Esmanî yên Ûris hat lêxistin. Di 24 saetên dawîn da 7 wesayîtên esmanî yên bêfirokevan hatin tunekirin."

Konaşenkov wiha got, "Li Ukraynê heta niha 267 balafir, 146 firoke, 1727 wesayîtên esmanî yên bê firokevan, 365 pergalên fuzeyê yên parastina esmanî, 4 hezar û 287 tank û wesayîtên bizirx, 797 roketavêjên pirlûle, 3 hezar û 290 obus û topên hewangê û 4 hezar û 820 wesayîtên eskerî yên taybet hatin îmhekirin."

Serepeyv