Tebax 10, 2022 22:57 Asia/Tehran
  • Li Behra Egeyê bi dehan penaber winda bûn

Li Behra Egeyê bi dehan penaber di botekê (qayiqekê) ku ber bi Ewropayê ve diçû winda bûn, bi hewldanên Ewlehiya Peravê ya Yewnanîstanê 29 kes hatin rizgarkirin.

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya IRNA`yê, Nîkos Kokalas, berdevkê hêzên ewlekariya peravên Yewnanistanê ragihand ku qeyiqek li nêzî girava Karpatosê li başûrê deryaya Egeyê wergeriya û binav bû.

Wî her wiha got: "Operasyona lêgerîn û rizgarkirina penaberan di saetên serê sibê yên roja Çarşemê de di nava bayekî xurt de dest pê kir."

Penaberên ku hatin rizgarkirin diyar kirin ku di keştiya wan de 60 heta 80 rêwî hebûn ku ew ji Antalyaya Tirkiyê bi rê ket û ber bi Îtalyayê diçû.

Di salên 2015 û 2016an de, Yewnanîstan li pêşiya krîza koçberiyê ya Ewropayê bû, dema ku bi milyonan penaberên ku ji ber şer û hejariyê ji Sûriye, Iraq û Efganîstanê reviyan, di serî de bi rêya Tirkiyê, çûn Yewnanîstanê.

Ji wê demê û vir ve hejmara penaxwazên ku derbasî Yewnanîstanê bûne kêm bûye.

Lê rayedarên Yewnanîstanê dibêjin ku wan di van demên dawî de zêdebûneke berçav di hewldanan de dîtiye ku bi rêya giravên wî welatî û herwiha ji sînorê bejayî yên Tirkiyê re derbasî Yunanistanê bibin.

Serepeyv