Tîrmeh 11, 2022 11:51 Asia/Tehran
  • Rûsiye bo Yekîtiya Ewropayê: Sebira Rûsiyê jî asteke wê heye!

Berdevka Wezareta karên derve ya Rûsiyê hişyarî da ku eger Yekîtiya Ewropayê pirsgirêka tranzîta bo Kalînîngradê çareser neke, Rûsiye dê bersiveke guncav bide.

Mariya Zaxarova (Maria Zakharova), Berdevka Wezareta karên derve ya Rûsiyê gef xwar: "Em ê heta hetayê li bendê nemînin. Em careke dinn hişyarî didin ku eger rewş di rojên bê da neyê tesbîtkirin, Rûsiye dê kiryarên dijwar li dijî Lîtvanî û Yekîtiya Ewropayê bigire ber xwe ku pêdiviyên wê pêştir hatine temamkirin. Çaverêtî dirêj bûye."

Vê rayedara ûris got: Şirîkên me yên rojavayî û Komîsiyona Ewropayê û Yekîtiya Ewropayê divê tê bigihêjin ku va ye zengila saetê dengê wê derdikeve û sebira me jî asteke wê heye. Tu kesî bi fermî ew haydar nekirine, lê me bi caran bi awayê aşkira û rasterast ji wan ra gotiye ku em ê bersiveke guncav bidin.

Şerê Rûsiyê li Ukraynê di mehên dawiyê da têkiliya Moskoyê tev welatên rojavayî tûşî kêşeyeke nû kiriye û hevdem hat ragihandin ku roketên Rûsiyê li bajarê Çasiyoyarê li rojhilatê Ukraynê ketine û avahiyeke niştecihbûnê ya pênc qatî wêran kirine û herî kêm 15 kes hatine kuştin.

Paulo Kirîlênko qayîm meqamê navçeya Donetskê got ku îhtimal heye zêdetir ji 20 kesî di bin kavilan da mabin.

Hevdem wezîrê berevaniyê yê Ukraynê tevî mukir hatina li hejmara zêde ya goriyan û westiyana zêde ya hêzên çekdar ên vî welatî di şerê di gel Rûsiyê da, got: Kiyêvê hewcetî bi topên dûrgihêj heye.

Oleksii Reznikov wezîrê berevaniyê yê Ukraynê şeva derbasbûyî tekez kir ku xesarên giran li artêşa vî welatî ketine.

 

Serepeyv