Hezîran 17, 2022 12:09 Asia/Tehran
  •  Amara nû ya Rûsyayê di şerê Ukrayê da: Me 204 balafirên Ukraynê têk birin

Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov ragihand, wan heta niha 204 balafir, 131 firoke, 3 hezar û 569 tank û wesayîtên bizirx ên Ukraynê têk birin.

Konaşenkov der heqê çalakiyên ku eskerên Ûris di şerê Ukraynê da kirin destnîşan kir, yekîneyên taktîkê yên şerê esmanî 57 herêmên eskerî gulebaran kirin, li 3 navendên fermandeyê xistin.

Konaşenkov daxuyand, di encama êrîşên esmanî da ji 280yî zêdetir hêzên neteweperest ên ukraynî hatin berterefkirin, li herêma Xarkîvê balafireke şer a Su-25ê ya hêzên esmanî yên Ukraynê hat xistin.

Konaşenkov destnîşan kir, wan li herêmên Xarkîv û Luhanskê li cihên cuda 7 wesayîtên esmanî yên bêfirokevan ên Ukraynê xistin.

Konaşenkov got: Yekîneyên topavêj û mûşekan 195 herêmên eskerî, 34 navendên kontrolê, 42 yekîneyên topavêj ên Ukraynê dan ber guleyan, di encama van êrîşan da ji 200î zêdetir hêzên neteweperest ên ukraynî hatin berterefkirin.

Konaşenkov wiha dewam kir, "Heta niha me 204 balafir, 131 firoke, 1218 wesayîtên esmanî yên bêmirov, 340 pergalên mûşekan ên parastina esmanî, 3 hezar û 569 tank û wesayîtên bizirx, 526 roketavêjên pirlûle, 1968 obus û topên hewanê û 3 hezar û 647 wesayîtên eskerî yên taybet ên Ukraynê têk birin."

Serepeyv