May 30, 2022 18:08 Asia/Tehran
  •  Ji bajarê Xersonê yê Ukraynê bo Rûsyayê

Rêveberiya nêzîkî Rûsyayê ya li bajarê Xersonê yê Ukraynê, ragihand ku wan ji bo Rûsyayê dest bi îxracata dan û dexl kir.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Kîrîl Stremousovê nûnerê rêveberiya li Xersona di kontrola artêşa Rûs da di daxuyaniya da TASSê da diyar kir ku li herêmê dirûna zeviyên dan û dexlê dest pê kir.

Stremousov diyar kir ku li bajêr bi reqameke mezin dan û dexl heye û wiha got, "Ciyê me yê depokirinê heye, lê dan û dexl pir zêde ye. Însan êdî bo kiryarên li Rûsyayê îxrac dikin."

Stremousov got, xebatên wan didomin da ku ji herêmê bo tesîsên şixulandinê yên li Rûsyayê dendikê guleberojan jî bên dabînkirin.

Serepeyv