May 26, 2022 09:24 Asia/Tehran
  • Zelinsky banga hevdîtinên rasterast bi Pûtîn re kir

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelsenky got ku ew tenê dixwaze rasterast bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re danûstandinan bike û bi riyanavbeynkaran vê yekê nake.

Zelensky di Foruma Aborî ya Cîhanî ya li Davosê ya Swîsreyê de got: "Eger serokê Rûsyayê rastiyê fêm bike, "îhtîmala dîtina çareseriyek dîplomatîk ji pevçûnê re heye.

Wî herwiha got ku Ukrayna dê şêr berdewam bike heta ku hemû deverên xwe yên dagirkirî azad bike.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn jî di 21ê Sibatê de serxwebûna Donetsk û Lûhanskê li herêma Donbasê nas kir û xemsariya Rojava ya li hember fikarên ewlehiyê yên Moskowê rexne kir.

Serokê Rûsyayê piştî sê rojan (24ê Sibatê) dest bi êrîşa leşkerî li Ukraynayê kir.

Şerê li Ûkraynayê û bertekên li hemberî wê êrişa Rûsyayê li cîhanê dewam dikin.

Serepeyv