May 20, 2022 18:25 Asia/Tehran
  •   Amerîka 40 milyar dolarî ji bo alîkariya Ukraynê terxan dike

Kongreya Amerîkayê dê pakêteke din a 40 milyar dolarî ya alîkariyên leşkerî û mirovî ji bo Ukraynê bipejirîne.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Roja Pêncşemê, 19ê Gulana 2022an Encûmena Pîran a Amerîkayê bi 86 dengan pakêta alîkariyê ji bo Ukraynê pejirand. Pakêta alîkariyê bi qasî hemû berhemên nîştimanî ya Kamerûnê ya di sala 2020an de ye.

Hat diyarkirin ku ji bo dayîna pakêta alîkariyê bo Ukraynê divê Serokê Amerîkayê Joe Biden pêşnûmeyê îmze bike.

Li aliyê din ji Senatoyê li dijî pakêta alîkariyê nerazîbûn hatin nîşandan; serkirdeyê kêmîneya Komarparêz a Senatoyê Mitch McConnell diyar kir ku pakêta alîkariyê ya bo Ukraynê ji alîkariyê wêdetir e. Her wiha Biden destnîşan kir ku pêşeroja ewlekarî û berjewendiyên stratejîk ên Amerîkayê bi encama şerê li Ukraynê ve girêdayî ye.

Hat destnîşankirin ku ji pakêta alîkariyê 6 milyar dolar dê ji bo baştirkirina sîstemên zirxî û hêzên esmanî yên Ukraynê were terxankirin û nêzîkî 9 milyar dolar jî ji bo saziyên wî welatî û alîkariyên mirovî were terxankirin.

Di meha Adarê de, Kongresa Amerîkayê bi qasî 14 milyar dolaran alîkarî ji bo Ukraynê re pejirand. Piştî ku Artêşa Rûsyayê ji derdora Kyivê vekişiya û giraniya xwe da eniya rojhilat, Biden bang li Kongresê kir ku alîkariyên zêdetir ji Ukraynê re erê bikin.

Hefteya borî, Encûmena Nûneran a Amerîkayê 40 milyar dolar ji bo Ukraynê pejirand.

Ji destpêka êrîşa Rûsyayê ser Ukraynayê, Amerîkayê 50 milyar dolar terxan kiriye.

 

Serepeyv