Nîsan 28, 2022 12:55 Asia/Tehran
  • Putin gef li welatên rojavayê ku alîkariya Ukraynayê dikin xwar

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di civîna li bajarê St. Petersburgê de, li Qesra Tauride xîtabê endamên meclisa federal ya Rûsyayê ragihand ku eger yek ji derve mudaxele li pêvajoya li Ûkraynayê bike, em ê vê kiryarê weke tehdîdeka ji derve de ji bo xwe bihesibînin û emê bilez bersivê bidinê.

Putin di axivtina xwe de behsa girîngiya operasyonên leşkerî yên ser Ûkraynayê ji bo Rûsyayê kir û got: “Operasyona taybet ya leşkerî ku di 24 ê sibatê de li Donbasê û Ûkraynayê destpê kir, wê temamê wezîfa xwe bicîh bîne. Ew ê temamê aştî û ewlehiya Donbasê, Kirimê û temamê Rûsyayê bîne cîh. Divê em bibînin ku leşker û zabitên me, pêşî li wê talûkeya ku welatê me dorpêç kiriye, girtiye. Divê ew bi lehengî û qehremaniya xwe karekî bikin  ku êdî li ser axa me şerekî din derneyê.

Putîn herwiha dewam da gotina xwe û got: Dorpêçên ku danîne ser me, di wan de biserneketine û li hemberê me amadekariyeka şerekî mezin ya darayî dikin. Planê wan yê îro di warê darayî de têkçû. Di hedefa çareseriya me de, hemwelatiyên ku pêdiviya wan heye, malbatên xwedî zarok û ji bo pîran em ê raste rast alîkariyê bikin. Sektorên girîng yên darayî, dezgeyên stratejîk, dezgeyên navendî û biçûk, em destekê didin wan û wê destek dewam bike.”

Serepeyv