64 penaberên Sûrî ji destê qaçaxçiyan hatin rizgarkirin
Polîsê Yunanistanê ragihand ku wan 64 penaberên Sûrî yên ku li ser sînorê Yunanistanê û Tirkiyê girtî bûn, rizgar kirin.
Li gorî ajansa Associated Press, di nav penaxwazan de 46 mêr, 8 jin û 10 zarok hene ku hemû jî welatiyên Sûriyê ne.
Li gorî wan penaberan, qaçaxçiyan ew bi qayiqekê ji Tirkiyê birin giraveke nêzîkî bajarê Didymotiko li bakurê rojhilatê Yewnanistanê.
Piraniya penaxwazên ku dixwazin bikevin Yekîtiya Ewropayê, neçar in ku ji Yewnanîstanê derbas bibin. Vî welatî di van du salên dawî de tedbîrên ewlehiyê zêde kirine da ku rê li ber ketina penaxwazan nav vî welatî bigire.
Li gorî Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), ji Çile heta Mijdara 2021’an zêdetirî 2 hezar û 500 kes li Derya Spî dema ku hewl didan bikevin Yekîtiya Ewropayê mdi behrê de xeniqîne û jiyana xwe ji dest dane.
Herweha, li gor rêxistineke sivîl li Spanyayê, sala borî sala herî xirab bû ji bo penaxwazan, ku tenê 4000 penaxwaz mirine ku xwe bigihînin Spanyayê. Di mehên dawî de 12 penaxwaz li ser sînorê Yewnanîstanê ji ber sermayê mirin.