Kremlîn li ser dewama danûstandinên Amerîka û Rûsyayê pêgîrî dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i332896-kremlîn_li_ser_dewama_danûstandinên_amerîka_û_rûsyayê_pêgîrî_dike
Berdevkê Kremlînê amaje bi gotinên vê dawiyê yên Serokê Amerîkayê li dijî Moskowê jî kir û got: Di her rewşê de diyaloga di navbera Amerîka û Rûsyayê de pêwîst e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 30, 2022 14:49 Asia/Tehran
  • Kremlîn li ser dewama danûstandinên Amerîka û Rûsyayê pêgîrî dike

Berdevkê Kremlînê amaje bi gotinên vê dawiyê yên Serokê Amerîkayê li dijî Moskowê jî kir û got: Di her rewşê de diyaloga di navbera Amerîka û Rûsyayê de pêwîst e.

Serokê Amerîka Joe Biden di dawiya serdana xwe ya 4 rojî ya ji bo Ewropayê li Polonya, vê dawiyê şerê niha li Ukraynayê weke beşek ji têkoşîna berdewam a azadiyê bi nav kir û piştre bi eşkere daxwaza rawestandina desthilata Putin kir.

CNN radigihîne ku ev rexneya herî tund a Biden e li Pûtîn û guherînek di nêzîkatiya sereke ya Amerîka ya li hember Rûsyayê de nîşan dide.

Beriya niha berpirsên Amerîkî gotibûn ku niyeta wan a guhertina hikûmeta Rûsyayê nîne.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tass`ê, Dîmîtrî Peskov berdevkê Kremlînê şeva sêşemê li bara gotinên serokkomarê Emerîkayê Joe Biden ji rojnamevanan re got: Heqaretên şexsî yên Biden bo hevtayê xwe yê Rûs Vladimîr Pûtîn bandoreke neyînî li peywendiyên her du welatan dike, lê diyaloga di navbera Moskow û Waşîngtonê di her rewşê de pêwîst e û di berjewendiya hemû cîhanê de ye.

Peskov her wiha got, "Di her rewşê de, zû yan dereng divê Rûsya û Amerîka li ser mijarên aramî û ewlehiyê yên stratejîk biaxivin."

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova jî roja Sêşemê li ser encamên gotinên hestiyar ên Serokê Amerîkayê yên li dijî Moskow û rayedarên Rûsyayê hişyarî da.

Zaxarova hêvî xwest ku gotinên bi vî rengî yên provokatîf nebin sedem ku serokê Amerîkayê gaveke xeternak bavêje ku bandorê li tevahiya cîhanê bike.