​​​​​​​Medvedev: Ne dûr e Rûsya jî sermiyanên biyanî yên li welêt bicemidîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i332216-medvedev_ne_dûr_e_rûsya_jî_sermiyanên_biyanî_yên_li_welêt_bicemidîne
Cîgirê serokê Meclisa Ewlehiyê ya Rûsyayê Dmîtrî Medvedev got heke sermiyanên Rûsyayê yên li derve hatin cemidandin, ew jî dê mal û milkên biyanî yên li Rûsyayê bicemidînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 27, 2022 05:58 Asia/Tehran
  •  ​​​​​​​Medvedev: Ne dûr e Rûsya jî sermiyanên biyanî yên li welêt bicemidîne

Cîgirê serokê Meclisa Ewlehiyê ya Rûsyayê Dmîtrî Medvedev got heke sermiyanên Rûsyayê yên li derve hatin cemidandin, ew jî dê mal û milkên biyanî yên li Rûsyayê bicemidînin.

Dmîtrî Medvedev got ne dûr e Rûsya dest deyne ser mal û milkên dewletên dijberî Moskowê, heke sermiyanên Rûsyayê werin cemidandin û Moskow dê bi rêya cemidandina sermiyanên welatî û şîrketên biyanî yên li Rûsyayê bersivê bide cemidandina sermiyanên Rûsyayê yên li derve.  

Li gorî ajansa Sputnîk, Medvedev wiha got: “Ew bi rêya vê yekê me ditirsînin. Em ê bi heman rêbazê bersiva wan bidin.”

Yekitiya Ewropayê (YE) îro Dmîtrî Medvedev, serokwezîrê Rûsyayê Mikhail Mishustin, wezîrê karên hundir Vladimir Koloskoltsev û nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê yê kar û barên parastina jîngehê Sergey Ivanov xistin lîsteya cezayan.

Wezareta Gencîneyê ya Amerîkyê înê ragihand ku Washington ji ber aloziya Ukraynayê ceza li serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û wezîrê karên derve Sergey Lavrov ferz kiriye.