Çekdarên Talîbanê dest bi ser parêzgeha Geznî de jî girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i328231-Çekdarên_talîbanê_dest_bi_ser_parêzgeha_geznî_de_jî_girtin
Çekdarên Koma Talîbanê dest danîn ser bajarê Geznî yê 150 k.m li başûrê rojhilatê Kabulê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 12, 2021 21:45 Asia/Tehran
  • Çekdarên Talîbanê dest bi ser parêzgeha Geznî de jî girtin

Çekdarên Koma Talîbanê dest danîn ser bajarê Geznî yê 150 k.m li başûrê rojhilatê Kabulê.

Serokê Encûmena Wîlayetê Nasir Feqîrî ji ajansa “AFP” re ragihand, çekdarên Talîbanê beşeke mezin ji bajarê Geznî kontrol kir û destê xwe danî ser ofîsa hakim, baregeha polîsan û zîndanê jî, lê hîn şer û peçûn li hin deveran maye.

Ji aliyê xwe ve, Tevgera Talîbanê ragihand, wê bajarê Geznî ku paytexta wîlayeta Geznî ye kontrol kiriye.

Ji dema êrîşa Talîbanê di meha Gulana borî de, Geznî nêzîktirîn wîlayet e ji Kabulê ku dikeve destê Tevgera Talîbanê.

Tevgera Talîbanê di çend rojên borî de bi awayekî bilez bi pêş ve çû û karî di hefteyekê de dest dane ser 10 wîlayetan ji koma 34 wîlayetan.