Amerîka: Peyama me bo Tirkiyê ew e ku S-400an wernegire
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i326933-amerîka_peyama_me_bo_tirkiyê_ew_e_ku_s_400an_wernegire
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Need Price got: “Me ti peyamek li ser razîbûna Amerîkayê ji bo hebûna S-400an li ser axa Tirkiyê, nedaye Enqerê.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 11, 2021 08:14 Asia/Tehran
  • Amerîka: Peyama me bo Tirkiyê ew e ku S-400an wernegire

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Need Price got: “Me ti peyamek li ser razîbûna Amerîkayê ji bo hebûna S-400an li ser axa Tirkiyê, nedaye Enqerê.”

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand; Washington ji Tirkiyê re negotiye eger Enqere mercên Washingtonê pesend bike, Amerîka amade ye qebûl bike ku Tirkiye bibe xwedî sîstema berevaniya mûşekî ya S-400 a Rûsî.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Need Price duh pêncşemê ragihand: “Me ti peyamek li ser razîbûna Amerîkayê ji bo hebûna S-400an li ser axa Tirkiyê, nedaye Enqerê.”

Need Price destnîşan kir: “Em car din tînin ziman ku ev mijar ligel pîvanên Peymana Bakurê Atlasê (NATO) nagunce.”

Price eşkere kir: “S-400 li ser asayîşa teknolojiya NATOyê gef e û berevajî pabendiyên Tirkiyê bi NATOyê ye.”

Wî ragihand ku Amerîkayê hişyarî daye Tirkiyê û jê re gotiye ku nabe sîstema S-400an bikire.