Paytexta Erîtreyê kete ber çend mûşekan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i321403-paytexta_erîtreyê_kete_ber_çend_mûşekan
Çavkaniyên nûçeyan Şemiyê bi şev ragihandin ku herîkêm 3 mûşek ji axa Êtiyopiyê hatine avêtin bo paytexta Erîtreyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 15, 2020 05:26 Asia/Tehran
  • Paytexta Erîtreyê kete ber çend mûşekan

Çavkaniyên nûçeyan Şemiyê bi şev ragihandin ku herîkêm 3 mûşek ji axa Êtiyopiyê hatine avêtin bo paytexta Erîtreyê.

Li gorî rapora IRNAyê ji zarê Reutersê, Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku 2 heb ji sê mûşekan li balefirgeha Esmere ya paytexta Erîtreyê ketine.

Li gorî vê raporê, cihê avêtina mûşekan li axa Êtiyopiyê bûye û hîn raporek derbarê ziyanên ihtimalî nehatiye belavkirin.

Di sînorê Erître û Êtiyopiyê di rojên bihurî da pevçûna navbera hêzên cudatîxwaz ên Tîgray li bakurê Êtiyopiyê û dewleta navendî qewimiye.