Mijdar 08, 2020 12:32 Asia/Tehran
  • Kovara Almanî ya Der Spiegel serokatiya Trump û Biden da ber hev

Kovara navdar ya Almanî, Der Spiegel bi du karîkatoran, serdema serokatiya Donald Trump û serokatiya Joe Biden bi awayekî sosret daye ber hev.

Duhî (7 vê mehê) netîceyên ne fermî yên hilbijartinên îsal yên serokatiya Amerîka eşkere bûn. Li gorî wan netîceyan, kandîdê Demokratan Joe Biden karî bi awayekî bihêz li hember hevrikê xwe û serokê niha yê Amerîka Donald Trump bi ser bikeve.

Trump, di hilbijartinên 8 Mijdara sala 2016 de wek serokê Amerîka hatibû hilbijartin û roja 20 Çileya sala 2017 bi fermî dest bi kar bibû. Dirûşma serekî ya Trump ev bû: Destpêkê Amerîka!

Wê çaxê kovara navdar ya Almanî, Der Spiegel bi karîkatoreka sosret bertek nîşanî hilbijartina Trump dabû. Di karîkatorê de Trump bi xencerekê serê peykera Azadiyê ya Amerîkayê jêdike!

Heman kovarê, bi karîkatoreka din pêşwazî li hilbijartina Joe Biden wek serokê nû yê Amerîka kir. Di karîkatora vê carê ya kovarê de, Joe Biden, serê peykera Azadiyê ku ji aliyê Trump ve hatibû jêkirin, dîsa li ser peykerê datîne û dibêje: Dîsa Amerîka Mezin Bike!

Joe Biden dê meha Çileya sala 2021 wek serokê nû yê Amerîka sûnd bixwe û dest bi kar bibe.

Serepeyv