Krêmlînê nîgeraniya xwe ji dewama pevçûnan li Qerebaxê diyar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i320851-krêmlînê_nîgeraniya_xwe_ji_dewama_pevçûnan_li_qerebaxê_diyar_kir
Berdevkê serokomarê Rûsiyê di axaftinekê da nîgeraniya xwe ji dewama pevçûnan navbera Komara Azerbaycanê û Ermenistanê li navçeya Qerebaxê diyar kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 28, 2020 12:45 Asia/Tehran
  • Krêmlînê nîgeraniya xwe ji dewama pevçûnan li Qerebaxê diyar kir

Berdevkê serokomarê Rûsiyê di axaftinekê da nîgeraniya xwe ji dewama pevçûnan navbera Komara Azerbaycanê û Ermenistanê li navçeya Qerebaxê diyar kir.

Li gorî rapora Sputnikê, Dmîtrî Pêskov, Berdevkê serokomarê Rûsiyê û berdevkê Koşa Krêmlînê îro Çarşemiyê got: Pevçûna Ermenistanê û Komara Azerbaycanê li navçeya kêşeliser a Qerebaxê hema wisa didomin ku cihê mixabiniyê ye.

Gotinên Pêskov di rewşekê da ne ku dewletê Ermenistan û Komara Azerbaycanê tevî sê caran ragihandina agirbesê, hema wisa êrîşî ser kewşenên hevdu dikin.