Berdevkê Kirêmlînê derbarê hebûna Tirkiyê di gotûbêjênê Qerebaxê da helwêsta xwe aşkira kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i320671-berdevkê_kirêmlînê_derbarê_hebûna_tirkiyê_di_gotûbêjênê_qerebaxê_da_helwêsta_xwe_aşkira_kir
Berdevkê Qesra Kirêmlînê ya Rûsiyê destnîşan kir ku beşdariya Tirkiyê di gotûbêjên çareserkirina kêşeya Qerebaxê tenê bi lihevkirina hevpar a Bakû û Yêrîvanê pêkan e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 22, 2020 17:08 Asia/Tehran
  • Berdevkê Kirêmlînê derbarê hebûna Tirkiyê di gotûbêjênê Qerebaxê da helwêsta xwe aşkira kir

Berdevkê Qesra Kirêmlînê ya Rûsiyê destnîşan kir ku beşdariya Tirkiyê di gotûbêjên çareserkirina kêşeya Qerebaxê tenê bi lihevkirina hevpar a Bakû û Yêrîvanê pêkan e.

Li gorî rapora IRNAyê, Dmîtrî Pêskov, Berdevkê Qesra Kirêmlînê ya Rûsiyê roja Pêncşemiyê got: Beşdariya Enqerê di gotûbêjên çareserkirina kêşeya Qerebaxê tam girêdayî bi vîna siyasî ya  welatên Komara Azerbaycanê û Ermenistanê ye û rola navcî ya Tirkiyê tenê bi razîbûna du aliyan pêkan e.

Berdevkê Qesra Kirêmlînê ya Rûsiyê got: Lihevkirinên ku pêştir derbarê agirbesê li Qerebaxê pêk hat, hîn ji laiyê Yêrîvan û Bakûyê va cih nayên.

Dewleta Tirkiyê daxwaza beşdariya di gotûbêjên pêşerojê yên Yêrîvan û Bakûyê dike; Lê Ermenistanê vê yekê napejirîne.