Îlon 25, 2020 08:17 Asia/Tehran
  • Plana nû ya YE dê siyaseta derbarê koçber û penaberan de biguhere

Yekîtiya Ewropa (YE) pakêteke nû ya taybet bi siyaseta koçber û penaberan belav kir.

Yekîtiya Ewropa (YE) pakêteke nû ya taybet bi siyaseta koçber û penaberan belav kir. Ew pakêt ku paşê dê bibe rêkeftinek di navbera 27 endamên Yekîtiya Ewropa, dê wisa bike ku hemû endam di wergirtina penaberan, rêyên kêmkirina koçberên neyasayî, hemahengî û vegera koçberan bo wan welatên ku yekem car wek koçber tê de hatine tomarkirin û li gel çend pirsên din ên diyar û taybet bi koçber û penaberan li Ewropayê, beşdar bin.

Ew pakêta ku bi navê “baweriya ji nû ve” hatiye pêkanîn, wisa dike ku welatên endam di yekîtiyê de berpirsyariyê li xwe bigirin di wergirtin an jî redkirina penaberan de.

Almanya ku piştevaniya plane dike, daxwaz ji 27 welatên din ên endam jî dike ku beşdar bibin, ji ber ku ji 2014an ta 2017an barê giran ê koçber û penaberan li Ewropayê li ser mile wî welatî bû.

Serepeyv