Tîrmeh 08, 2020 23:47 Asia/Tehran
  • Li Japonyayê lehî rabû: 56 kes mirin

Li Japonyayê ji ber lehiyê herî kêm 56 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li herêmên navîn ên welêt baraneke dijwar heye.

Japonya ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê di alarmê de ye. Li herêmên navîn ên welêt baraneke dijwar dibare. Saziya meteorolojiyê li herêmên çiyayî yên Gîfû û Naganoê di asta herî bilind de alarm ragihand.

Rayedarekî Saziya Meteorolojiyê ya Japonyayê sibeha Çarşemê bi civîneke çapemeniyê diyar kir, "Barana li van herêman dibare beriya niha kêm caran hatiye dîtin."

Li girava mezin Kyûshû ya li başûrrojavayê welêt, ji sibeha Şemiyê ve lehî rabûye. Ji ber lehiyê û şemitîna erdê ji dawiya hefteyê ve herî kêm 56 kesî jiyana xwe ji dest dan. Fikar hene ku bîlanço girantir bibe. Hîn derdora 10 kes jî winda ne.

Li herêmên ku lehî lê rabûye, tîmên rizgarkirinê yên ji 80 hezar kesî ketine nava liv û tevgerê. Ji 1.4 milyon mirovî hate xwestin ku malên xwe biterikînin. Baran roja Çarşemê li beşeke mezin a Kyûshûyê rawestiya.