Tîrmeh 07, 2020 10:46 Asia/Tehran
  •   Ji ber KOVÎD-19'ê di 24 saetan da li Brezîlyayê 602, Li Meksîkayê 273 li Hindistanê jî 425 kes mirin

Ji ber KOVÎD-19'ê di 24 saetan da li Brezîlyayê 602, Li Meksîkayê 273 li Hindistanê jî 425 kes mirin

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Di 24 saetên dawîn da ji ber Vîrûsa Koronayê ya nû (KOVÎD-19) li Brezîlyayê 602, Li Meksîkayê 273 û li Hindistanê jî 425 kes mirin.

Li Brezîlyaya gelekî di bin tesîra nexweşiyê da man di 24 saetên dawîn da 602 kes ji ber vîrûsê mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê bi mirina 602 kesan va hejmara miriyan derkete 64 hezar û 867an, hejmara pêketiyan jî 26 hezar û 51 kes zêde bû derket milyonek û 603 hezar û 55an.

Brezîlyaya ku serjimara wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latîn wekî "navenda şewbê" tê nirxandin.

 - Meksîka

Li Meksîkayê di 24 saetên dawîn da ji ber şewba Vîrûsa Koronayê ya nû (KOVÎD-19) 273 kes mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê, li welêt di 24 saetên dawîn da 273 kes ji ber KOVÎD-19'ê mirin û hejmara miriyan derket 30 hezar û 639an.

Li Meksîkayê hejmara pêketiyên KOVÎD-19'ê jî 4 hezar û 683 zêde bûn û derket 256 hezar û 848an.

Li welêt heta niha 155 hezar û 604 kesên ku bi KOVÎD-19'ê ketibûn, qenc bûn.

Li Meksîkayê ji ber KOVÎD-19'ê hejmara kesên ku rojane dimirin cara ewil di 27ê gulanê da ji 500î derbas bûbû.

Li welêt waqieya ewil di 28ê sibatê da hatibû tesbîtkirin, di 19ê Adarê da jî cara ewil kesek ji ber vîrûsê miribû.

- Hindistan

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê, di rojekê da li Hindistanê jî 425 kes ji ber KOVÎD-19'ê mirin, hejmara miriyan gihîşt 19 hezar û 693yan.

Li welêt di 24 saetan da 24 hezar û 248 waqieyên nû hatin tespîtkirin û bi vî awayî hejmara kesên bi wan ra KOVÎD-19 heye gihîşt 697 hezar û 413yan.

Li Hindistanê 424 hezar û 433 kes jî ji şewbê filitîn û baş bûn.

Li gor daneyên malpera înternetê "Worldometer"ê Hindistan li dinyayê welatê 4emîn e ku lê herî zêde waqieyên KOVÎD-19'ê hene.