Tîrmeh 06, 2020 20:59 Asia/Tehran
  • Serokomarê Ermenistanê spasiya malbatên Kurd kir

Serokomarê Ermenistanê spasiya wan malbatên Kurd kir ku di dema komkujiya Ermeniyan de bi hawara wan de çûn û destê hevkariyê dirêjî wan kirin.

Armen Sarkissian, Serokomarê Ermenistanê di hevpeyvîneke li gel rojnameya Ehram a Misrî de, behsa cînosayda Ermeniyan kir û got, “Tevî derbasbûna zêdetir ji sed sal bi ser wê bûyerê de, lêbelê niha jî bandorên bûyeran berdewam in û rêgir in li ber geşedana sirûşta Ermenistanê.”

Ermeniyên li bin desthilata xîlafeta Osmanî ji sala 1915 ta 1923 rûbirûyê cînosaydeke berfireh bûn û li gor çavkaniyên Ermenî di wê helmetê de ku artêşa Osmanî ji bo jinavbirina Ermeniyan kir, zêdetir ji  milyonek û 500 hezar Ermenî bûne qurbanî.
Armen Sarkissian, behsa çendîn belgename, dokument û veguhastinên dîrokî yên kesayetiyan dike derbarê cînosayda Ermeniyan de û dûpat dike ku berî qirkirina dewleta Osmanî ya li hember wan, Ermenî nêzîk bûn ku dewleta xwe ya serbixwe rabigihînin û ji dewleta Osmanî cuda bibin û vê yekê ji yek ji sedeman dibîne ku dewleta Osmanî paqijkirineke etnîkî li hember wan bikar anî.
Serokomarê Ermenistanê di heman hevpeyvînê de dibêje, “Hemû ew proseya li hember Ermeniyan çê bû, bû sedema kuştina milyon û nîv xelkê Ermenî û her ew bûye rêgir li wê niha Ermenî di warê hejmarê de kêmtir in ji hejmara pêwîst bû hebe.
Heta niha zêdetir ji 40 hikûmet û parlamentoyan komkujiya Ermeniyan weke cînosayd nasandine û girîngtirîn nasandin jî ji aliyê Yekîtiya Ewropa ve bû ku wê pêngavê pirsgirêkeke dîplomasî ya mezin di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de çê kiribû.