Tîrmeh 05, 2020 20:24 Asia/Tehran
  • Pergala bergiriya asimanî ya Tirkiyê li rojavaya Lîbyayê hat rûxandin

Çavkaniyên lîbyayî roja Yekşemiyê qala rûxandina Pergala bergiriya asimanî ya Tirkiyê li baregeha El Wetiye (Eqebe Bin Nafi') li rojavaya Lîbyayê kirin.

Li gorî rapora Mehr Newsê ji zarê Russia Today a Erebî, Çavkaniyên lîbyayî roja Yekşemiyê qala rûxandina Pergala bergiriya asimanî ya Tirkiyê li baregeha El Wetiye (Eqebe Bin Nafi') li rojavaya Lîbyayê kirin.

Rojnameya El Murssedê ji zarê berpirsekî odeya operasiyonê ya hêzên asimanî yêln er bi Artêşa Xelîfe Hefter ragihand: Radar û Pergala bergiriya asimanî ya Tirkiyê ji cûreya Hawkê û pergala alozker a Koralê ya Tirkiyê li baregeha El Wetiyê hatin bombebarankirin. Tirkiyê ev pergal roja Pêncşemiyê li beşa rojavayî ya vê baregehê saz kiribûn.