Tîrmeh 05, 2020 16:08 Asia/Tehran
  •  Li Afrîkayê hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin ji 11 hezarî derbas bû

Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên ji ber Vîrûsa Koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin 11 hezarî derbas bû.

Li gorî rapora AA'yê, Li gor malpera înternetê ya "Worldmeter" a ku der barê Vîrûsa Koronayê da ji welat û herêman agahiyên rojane berhev dike di 24 saetên dawîn da li parzemîna Afrîkayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê 15 hezar û 510 zêde bû gihîşt û 466 hezar û 168 kesî.

Hejmara kesên ji ber Vîrûsa Koronayê mirin di 24 saetan da 197 zêde bû û gihîşt 11 hezar û 117an.

Heta îro herî zêde li Misirê mirov ji ber vîrusê mirin. Li Misirê 3 hezar û 280 kes mirin.

Li Afrîkaya Başûr 3 hezar û 26 û li Cezayîrê jî 946 kes ji ber vîrusê mirin.

Li Seyşelan, Erître, Uganda, Namîbya û Lesothoyê mirî nehatin diyarkirin.

Herî zêde li Afrîkaya Başûr mirov bi vîrusê ketine ku hejmara wan 187 hezar û 977 e. Li Misirê 74 hezar û 35, li Ganayê jî 28 hezar û 167 kes vîrusê ketin.

Li Afrîkayê hejmara nexweşên ku baş bûn jî gihîşt 224 hezar û 808an.