Tîrmeh 04, 2020 10:28 Asia/Tehran
  •  Di nav rojekê da ji ber KOVÎD-19'ê li Berzîlya, Meksîka û Hindistanê 2 hezar û 322 kes mirin

Di nav rojekê da ji ber KOVÎD-19'ê li Berzîlya, Meksîka û Hindistanê 2 hezar û 322 kes mirin

Li gorî rapora Beşa Kurmancî ya AA'yê, Ji ber şewba Vîrûsa Koronayê (Kovîd-19) di nav 24 saetên dawîn da li Brezîlyayê 1252, li Meksîkayê 679 û li Hindistanê jî 391 kes mirin.

Li Brezîlyaya di nav welatên şewbê herî zêde lê tesîr kir da piştî Amerîkayê di rêza duyemîn da ye di 24 saetên dawîn da 1252 kes mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê li welêt ji ber şewba KOVÎD-19'ê di nav rojekê da li welêt 1252 kes mirin û heta niha li welêt 61 hezar û 884 kes mirin û jimara kesên şewb bi wan geriyaye jî 48 hezar û 105 zêde bû û gihîşt milyonek û 496 hezar û 858an.

Brezîlyaya ku nifûsê wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latîn wek "navenda şewbê" tê binavkirin.

Di hejmara miriyan da Brezîlya ji Îngiltereyê derbas bû û piştî Amerîkayê di rêza duyemîn da ye.

Enstîtuya Erdnîgarî û Îstatîstikê ya Brezîlyayê daxuyanî da û ragihand ku di meha gulanê da li seranserê welêt 4,2 milyon kesî semptomên wek taya wan zêde, dikuxin, tehm û bêhna tiştekî hilnadin ku ev jî nîşaneyên şewba KOVÎD-19'ê ne, nîşan dan.

- Li Meksîkayê hejmara miriyên ji ber KOVÎD-19'ê gihîşt 29 hezar û 189an

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di nav 24 saetên dawîn da li welêt ji ber şewba KOVÎD-19'ê 679 kes mirin û hejmara miriyan gihîşt 29 hezar û 189an.

Hejmara pêketiyên KOVÎD-19'ê yên li Meksîkayê jî 6 hezar û 741 zêde bû û gihîşt 238 hezar û 593an.

- Li Hindistanê heta niha ji ber KOVÎD-19'ê 18 hezar û 225 kes mirin

Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê daxuyanî da û ragihand ku li welêt di 24 saetên dawîn da 391 kesî ji ber şewba KOVÎD-19'ê can da û hejmara miriyan gihîşt 18 hezar û 225 kesan.

Li Hindistanê heta niha 627 hezar û 168 kes bi şewba KOVÎD-19'ê ketin û ji wan jî 379 hezar û 902 kes jî baş bûn.