Tîrmeh 04, 2020 10:03 Asia/Tehran
  • Heta 3ê Tîrmehê; Li çar aliyê cîhanê heta niha ji 11 milyonî zêdetir kes bi şewba KOVÎD-19'ê ketin

Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê (Kovîd-19) ji 11 milyonî derbas bû.

Li gorî rapora Beşa Kurmancî ya AA'yê, Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser KOVÎD-19'ê berhev dike, li tevahiya cîhanê heta niha 11 milyon û hezar û 23 kes bi şewba KOVÎD-19'ê ketin.

Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket 2 milyon û 837 hezar û 189an.

Piştî Amerîkayê welatên pêketiyên KOVÎD-19'ê lê herî zêde Brezîlya (milyonek û 501 hezar û 353), Rûsya (667 hezar û 883), Hindistan (627 hezar û 168), Spanya (297 hezar û 183), Perû (292 hezar û 4), Şîlî (284 hezar û 541), Îngiltere (283 hezar û 757), Îtalya (240 hezar û 961), Meksîka (238 hezar û 511), Îran (232 hezar û 863) û Pakistan (221 hezar û 896) ne.

Li Tirkiyê jî hejmara kesên Kovîd-19 bi wan geriyaye gihîşt 202 hezar û 284 kesan.

Welatên hejmara tûşbûyiyan ji 50î hezarî zêdetire jî ev in:

"Erebistana Siûdî (197 hezar û 608), Almanya (196 hezar û 717), Afrîqaya Başûr (168 hezar û 61), Fransa (166 hezar û 378), Bangladeş (153 hezar û 277), Kolombiya (106 hezar û 110), Kanada (104 hezar û 772), Qatar (97 hezar û 897), Çîn (83 hezar û 542), Misir (71 hezar û 299), Swêd (70 hezar û 639), Arjantîn (69 hezar û 941), Belarus (62 hezar û 698) Belçîka (61 hezar û 727), Ekvador (59 hezar û 468), Endonezya (59 hezar û 394), Iraq (53 hezar û 708) û Hollanda (50 hezar û 335)."

Şewba vîrusa Koronayê ya nû (Kovîd-19) li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê ji 200î zêdetir welatî belav bû. Heta niha li seranserê cîhanê ji ber şewba KOVÎD-19'ê 524 hezar û 406 kes mirin.

Ji pêketiyên şewbê heta niha 6 milyon û 162 hezar û 463 kes filitîn û tedawiya 4 milyon û 314 hezar û 154 nexweşan jî dewam dike.