Tîrmeh 03, 2020 13:59 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Fransayê dest ji kar berda

Koşka Serokatiya Fransayê, Koşka Elyseeyê ragihand, ku serokwezîrê wî welatî Edouard Philippe dest ji posta xwe berda û îstîfa kiriye.

Li gor daxuyaniyê, Edouard Philippe dê heta dema pêkanîna hikûmeta nû li ser karê xwe berdewam be.

Sedema dest ji kar berdana Philippe bo şikesta partiya Macron di hilbijartinên şaredariyên wî welatî de tê vegerandin.

Di hilbijartinên şaredariyên Fransayê de ku heftiya derbasbûyî hat lidarxistin, partiya Emmanuel Macron ê serokê wî welatî rastî şikestineke mezin hatibû û nekarîbû şaredariyên bajarên mezin bi dest bixe.

Piştî ragihandina encamên wan hilbijartinan, Macron ragihandibû ku dê di ekîba wî û hikûmetê de guhertin bêne kirin.

Tê çaverêkirin ku di guhertinên kabîneyê de, Macron cih bide kesên ser bi partiya Keskên Fransayê ku di hilbijartinên vê carê yên şaredariyan de serkeftinek mezin bidest xistibû.