Tîrmeh 03, 2020 12:44 Asia/Tehran
  • Amerîkayê referanduma Rûsyayê bi tundî rexne kir

Amerîka, referanduma Rûsya ya ser guherandina qanûna bingehîn ku rê da serokê wî welatî Vladimir Putin ku heta 2036an li desthilatê be, bi tundî rexne kir.

Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyanîyekê dîyar kir ku hewildanên hikûmeta Rûsyayê ya li ser manîpulekirina encamên referandumê fikaran çêdike.

Berdevika Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortagus da zanîn ku bi guherandina qanûna bingehîn ya Rûsya re fikareke taybet çêbûye.

Herwiha Ortagus dîyar kir li welatên ku lê qonaxên azad û adil tunen, kesên li desthilatê bi guherandina qanûnê demên xwe dirêj dikin û Amerîka jî dijî vê yekê ye.

Li gor agahîyên fermî yên Komîsyona Hilbijartinê ya Rûsya 65 ji sedê hilbijêran beşdarî referandumê bûne û 77.9 ji sedê wan guherandina qanûnê pejirandine.

Putin ji 2000î vir ve li desthilatê ye û dema wî ya kar di 2024an de bi dawî dibû. Bi encamên referandumê re Putin dê karibe heta 2036an li desthilatê bimîne.