Tîrmeh 02, 2020 18:27 Asia/Tehran
  • Li Myanmarê erd şemitî: Zêdeyî 100 kes mirin

Li bakurê Myanmarê, li kana jadeyê erd şemitî. Zêdeyî 100 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniya saziya arkujiyê ya eyaleta Kaçînê, ji ber barana zêde lehî rabû û bi hezazê re madenkar li ber lehiya ji heriyê ketine.

Li gorî daxuyaniya servîsên vemirandina êgir ku li malpera fermî ya Facebookê hate weşandin, heta niha 13 cenaze hatine dîtin.

Ji wêneyekî ku li malpera Facebookê hate weşandin tê dîtin ku tîmên rizgarkirinê li geliyekî ku bi heriyê dagirtiye, karê lêgerînê dikin. Kantona Hpakantê ku dram lê qewimî, devereke nêzî sînorê Çînê ye.

Her sal di dema lêgerîna li kevirên bi qîmet de bi dehan madenkar bi taybetî di dema barana mûsomê de ji ber şert û mercên giran jiyana xwe ji dest didin.