Tîrmeh 02, 2020 09:42 Asia/Tehran
  • Fransayê xwe ji operasyona NATO paşve kişand

Fransayê xwe ji operasyona NATO ya li rojhilatê Deryaya Spî paşve kişand.

Piştî nakokiyên ku di navbera Fransa û Tirkiyê de li ser pirsa Lîbyayê derketin, Fransayê ji NATO re ragihand ku ew xwe ji operasyona Parastina Deryayê ya ku li rojhilatê Deryaya Spî (Medîterane) birêve diçe, vedikşîne.

Balyozê Fransayê yê li Tirkiyê piştrast kiriye ku Fransayê, NATO ji vê yekê agahdar kiriye ku ew xwe ji operasyona li Deryaya Spî dikşîne derve.

Balyozê Fransayê derbarê sedema vê yekê de jî gotiye, ku rapora NATO ya di derbarê krîza serbazî ya di navbera keştiyên Tirkiyê û Fransayê de piştgiriya îddîayên Fransayê nake.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron jî berî sê rojan di dema hevdîtina li gel Seroka wezîran a  Almanyayê Angela Merkel de rexneyên tûj û dijwar li Tirkiyê girtibû û gotibû, “Tirkiye şerkerên cîhadî(tundrew) dişîne Lîbyayê” û tekez kiribû, “tiştê ku Tirkiye li Lîbyayê dike, nayê qebûlkirin.”

Macron herwiha diyar kiribû: “Niha Tirkiye bi awayekê berfireh şerkerên tundrew û radîkak ên cîhadî ji Sûriyê ve birine Lîbyayê, ew jî berpirsyariyekî dîrokî û herwiha tawan e bo welatekê ku jê re tê gotin endamê NATO.”

Serokê Fransayê destnîşan kiribû, “yekem welat ku destwerdanê di karûbarê Lîbyayê de dike, Tirkiye ye û ez di wê baweriyê de me ku niha rêzê li ti biryarekê nagire ku di konferansa Berlînê de soz dabû.”

Li ser krîza leşkerî ya ku di deryayê de çêbûbû, Fransa giliyê Tirkiyê li cem NATO kiribû, lê Tirkiyê gotinên Fransayê weke gotinên bê bingeh bi nav kiribû.