Hezîran 01, 2020 10:24 Asia/Tehran
  • Rêwîtiya fezayê ya taybet dest pê kir: Roket bi rê ket

Ji ser axa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) kompaniya bi navê SpaceX* roketa ku dê here fezayê bi rê kir. Di roketê de 2 zilamên NASA'yê (Daîreya Feza û Hewayî ya Neteweyî) hene. Navê "Crew Dragon" li roketa şandî kirine. Li gor saeta Tirkiyê êvara 30'ê Gulanê saet 22.22'yan de hat şandin.

 

Li gorî nivîsa malpera Diyarname'yê, NASA TV ev tevgera dîrokî bi awayekî yekser weşand û li dinyayê hat temaşekirin.

Xwediyê "Space X" kesekî bi navê Elon Musk e. Ger ev çûyîn bi ser bikeve dê bibe yekem kompaniya ku ji DYA'yê mirovan dişîne fezayê. NASA û Musk gotibû ku ligel rewşa hewayê ne baş e jî ewê roketê bi rê bikin û kirin jî.

Plan ew bû roja 27'ê Gulanê roketê bi rê bikin lê ji ber rewşa hewayê 16 deqîqeyan berîya birêbikinê bi 16 deqîqeyan ew betal kiribûn û ji bo 30'ê mehê hiştibûn.

Navenda kompaniya "Space X" li Kalîforniyaya DYA'yê ye. Space X'ê ji bo vê xebatê bi ser 3 mîlyar dolarî de piştgirî ji NASA'yê wergirt û ev pere ji bo çêkirina kapsula Crew Dragon bikar anî.

Kompaniyê heta niha ji bo ceribandinê gelek tişt bir fezayê lê yekem car e mirovan dişîne. Biserketina vê dê bibe sedem ku kompaniya Space X êdî mirovan wekî rêwî bibe fezayê û bîne.Li aliyê din Musk û lîstikvanê sînemayê Tom Cruise li hev kiribûn ku li fezayê fîlmekî bikişînin.Li gor hesabê eger pirsgirêk dernekeve roket roja yekşemê (31'ê mehê) saet 17.30'yan de dê bigihê cihê xwe. Musk dema ew bi rê ve kirin sipasiya xebatkarên xwe kir û ji bo rêwiyan jî got, "Ji dîmena xweş a vê grestêrkê kêfê bigirin."

*Me navê kompanî orjînal "Space X" nivîsandi, ev "X" ne "x'ya kurdî ye. Wekî tercih em tipên alfabeyên biyanî li gor xwendina kurdî dinivîsin, divê wisa ba "Space KS" lê me dest neda orjînala wê.