May 31, 2020 13:31 Asia/Tehran
  • Li Amerîkayê hejmara pêketiyên korona milyonek û 816 hezar kesan derbas kir

Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê her diçe zêde dibe û heta naha li wî welatî zêdetir ji 105 hezar kesan ji ber wê vîrusê jiyana xwe ji dest dane.

Li gor amarên dawiyê heta naha 31 Gulana 2020ê bi giştî hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li Amerîkayê geheşt milyonek û 816 hezar û 820 kesan.

Heta naha li Amerîkayê 105 hezar û 557 kes ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane û 535 hezar û 238 kes jî baş bûne.